Li Xezeyê di nava 48 saetan de 19 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê da zanîn ku di encama êrîşên Îsraîlê yên 48 saetên dawiyê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê diyar kir ku ku di encama êrîşên Îsraîlê yên 48 saetên dawiyê yên li ser Xezeyê de de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne. Wezaretê destnîşan kir ku 16 kes di encama êrîşên dawîn de jiyana xwe ji dest dane, kesek ji birîndarên beriya niha ye û 2 kes jî di bin enkazan de hatine derxistin.

Rayedaran dan zanîn ku ambûlans û ekîbên rizgarkirinê di bin enkazê de mane, li kolana gelek kesên mexdûr hene û di peydakirina wan de zehmetiyê dikşînin.

Li gorî wezaretê, ji agirbesta ku 10’ê Cotmeha 2025’an hate îlankirin û heya niha hezar û 144 kes hatine kuştin û 3 hezar û 703 kes jî birîndar bûne. Her wiha 802 kes jî hatine rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan û heya niha bi tevahî 73 hezar û 269 kesan jiyana xwe ji dest dane û 173 hezar û 811 kes jî birîndar bûne.